‘Bila gelê me bi rehetî biçin ser sindoqan, em ê xwedî li vîna wan derkevin’

Endamê Şaxa OHD'ê ya Wanê Cahît Ertan bang li gelê Wanê kir ku biçin ser sindoqan û got, "Gelê me bi rehetî dikare dengê xwe bide, em ê sindoqan biparêzin û xwedî li vîna gelê xwe derkevin, bila gumana kes ji vê yekê nebe.”

Endamê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) a Wanê Cahît Ertan têkildarî ewlehiya hilbijartinê ji ANF'ê re axivî.

Ertan bi bîr xist ku qanûna hilbijartinê ya li Tirkiyeyê bi zagona hejmara 298'an û bi giştînameya hejmara 135'an hatiye tertîb kirin.

'ME ARTÊŞEKE PARÊZERAN AVA KIR Û JI BO HILBIJARTINÊ AMADEKARÎ KIR'

Ertan destnîşan kir ku weke OHD'ê bi ezmûna ku berê ji xebatên ewlehiya hilbijartinê bi dest xistine, xwe ji bo hilbijartinên 14'ê Gulanê amade dikin. Ertan anî ziman ku, wan artêşeke parêzeran ava kirine û got ku bi vî rengî li Kurdistan û Tirkiyeyê xebatên xwe dimeşînin. Ertan got, "Piştî dema dengdayînê bi dawî bû em ê ewlehiya sindoqan biparêzin û em ê xwedî li vîna gelê xwe derkevin."

Di berdewamiyê de Ertan ev tişt got,"Partiya Çepên Kesk dê di van hilbijartinan de cara yekem bikeve hilbijartinê û di komîteyên sindoqan de nebin xwedî endam. Mafê wê ye ku sindoqan biparêze û bi çavdêran re tedbîrên ewlehiyê bigire heye. Partiya Çepên Kesk di vî warî de muşahîdên xwe perwerde kirin û wezîfedar kirin. Li her sindoqê dê muşahîd bên wezîfedarkirin. 250 parêzer hene ku ji aliyê Baroya Wanê ve weke çavdêr hatine wezîfedarkirin. Ji sibê heta hejmartin bi dawî bibin dê li Wanê bixebitin."

‘GELÊ ME BI REHETÎ BILA BIÇIN SER SINDOQAN’

Ertan bang li gel kir ku teqez biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin û wiha dewam kir: "Piştre ew sindoq emanetê me ne. Gelê me tenê bila biçin ser sindoqan û dengê xwe bikar bînin."